Şer û pevçûnên li navçeyên bakurê Kurdistanê berdewam e

Piştî bi dawî hatina pêvajoya aşitiyê li bakurê Kurdistanê ligel sedan sivîlan, ji hezarî zêdetir endamên PKKyê û hêzên ewlekariyê canê xwe ji dest dan

K24-Navenda Nûçeyan

Şer û pevçûnên li bakurê Kurdistanê roj bi roj dijwartir dibin. Di encama teqînên liAmedê, Şirnex û Nisêbînê 9 kes canê xwe ji dest dan 34 kes jî birîndar bûn.

Li bakurê Kurdistanê piştî têkçûna pêvajoya aşitiyê mirov dikare bibêje roj tineye ko şer û pevçûn dernekevin û teqînek rû nede. Li bajarên Diyarbekir, Şirnex û navçeya Nisêbînê di rojekî de 3 teqîn rû dan û di encamê de 9 endamên hêzên ewlekariyê û 2 zarok canê xwe ji dest dan 34 kes jî birîndar bûn.

Rojek berî serdana Serokwezîrê Tirkiyeyê Ahmet Davutoglu li bajarê Diyarbekirê bi wesaîteka bombebarkirî êrîşek li dijî midîbûsa polîsan hate kirin. Wezîrê Pêşketinê Cewdet Yilmaz ko  ligel komek parlementer û wezîran li bajêr e derbarê encama teqînê de civînek çapemeniyê lidarxist û da da zanîn ko 7 polîs canê xwe ji dest dane û dîsa 14 ê wan polîs 27 kes jî birîndar bûne. Derbarê teqînê de heta niha ti rêxistin berpirsiyarî hilnegirtiye ser xwe lêbelê hêzên ewlekariyê kesekî digerin ko berî teqînê wesaîtek spî li cihê bûyerê bicih dike û ji wê derê dûr dikeve. Gûman li ser wê yekê ye ko di teqînê de ew wesaît hatibe bikaranîn.

Ji alîkî din ve li bajarê Şirnexê navçeya Cizîrê bombeya ko zarokan li kolanê dîtibûn û dema bi wê re dileyistin destê wan de teqiya. Di encamê de 2 zarokên bi navê Ayşenur Geçît û Harun Çagli bi giranî birîndar bûn û piştî li nexweşxaneyê hatin vegûhestin canê xwe ji dest dan.

Ji alîkî din ve şer û pevçûn li navçeya Nisêbînê ko ji 14ê Adarê ve derketina derva qedexe ye didome. Li Taxa Dîcleyê êrîşek li dijî wesaîta zirxpoş a polîsan ko hate kirin. Di encamê de 2 polîs canê xwe ji dest dan û 7 kes jî birîndar bûn. Hat ragihandin di wesaîtê de hejmarek rojnamevan jî hebûn.

Piştî bi dawî hatina pêvajoya aşitiyê li bakurê Kurdistanê ligel sedan sivîlan, ji hezarî zêdetir endamên PKKyê û hêzên ewlekariyê canê xwe ji dest dan. Her wiha nêzikê 400 hezar kes dev ji mal û cihê berdan û koçber bûn.