Salih Mislim: Dibe ku Kurdan teqîna Amedê kiribe

Duh, li bajarê teqînek hatibû pêkanîn, di encam de 6 polîsên Tirkiyê hatibûne kuştin.

K24-Navenda Nûçeyan

Hevserokê Partiya Yekîtiya Demoratîk(PYD) ragehand ku, dibe Kurdan teqîna ku duh, li Amedê hatî encamdan kiribe.

Derbarê wê teqînê Hevserokê Partiya Yekîtiya Demoratîk(PYD) Salih Mislin ji kenala Frannc24 re daxuyaniyek belav kir tê de wiha got: ‘’Teqîna li Amedê pêkhatî dibe ku Kurdan kiribe. Ji ber ku kiryarên Tirkiyê li hember Kurdan xirabin, lewma dibe ku ji aliyê Kurdan ve hatibe kirin.’’

Di derbarê rizgarkirina bajarê Reqayê de, Mislim tekez kir ku eger bajar ji aliyê Hêzên Sûriyê ya Demokratîk(HSD) ew rê nadin artêşa Sûriyê bikevin wî bajarî.

Mislim amaje bi yekê jî kir ku ew di demên pêşde dê nûneratiya xwe li Parîsê vekin.

Duh, li bajarê teqînek hatibû pêkanîn, di encam de 6 polîsên Tirkiyê hatibûne kuştin.