9 kes wek gumanbarên teqîna Diyarbekirê hatin binçavkirin

Li Diyarbekirê, di encama operasyonan de 9 kes wek gumanbarên teqîna Diyarbekirê ji aliyê hêzên ewlehiya Diyarbekirê ve, hatine desteser kirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li Diyarbekirê, di encama operasyonan de 9 kes wek gumanbarên teqîna Diyarbekirê ji aliyê hêzên ewlehiya Diyarbekirê ve, hatine desteser kirin.

Parêzgariya Diyarbekirê ragihand ku berpirsê wê teqîna ku di 31ê Adarê de, li taxa Baglera Diyarbekirê pêkhatibû û di encamê de 7 polîs hatibûn kuştin 13 polês û 9 welatî jî birîndar bûbûn de, di encama operasyonan de 9 kes wek gumanbarên wê teqînê, ji aliyê hêzên ewlehiya Diyarbekirê ve, hatine desteser kirin.

Li gor agahiyên ku piştî lêkolînên parêzgariya Diyarbekirê de hatine ragihandin, di teqînê de 300 kîlo teqemenî hatiye bikaranîn.

Ji aliyê din de, Hêzên Parastina Gel (HPG) jî bi daxuyaniyekî kirina buyerê girt ser xwe.

Ji aliyê HPGê ve hat daxuayndin, ku wan ji bo tolhildana kirinên dewleta Tirk yên li Sûr a navçeya Diyarbekirê û navçeyên din wan vê çalakiyê pêkaniye.