Gorek bikom li Tedmurê hate dîtin

Artêşa Sûriyê gerk bikom ya sivîl û leşkeran vedike, di nava wan de termên zarokan jî hebûne, ku serên wan hatine birîn û guleyan hatine kuştin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Artêşa Sûriyê gerk bikom ya sivîl û leşkeran vedike, di nava wan de termên zarokan jî hebûne, ku serên wan hatine birîn û guleyan hatine kuştin.

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand, artêşa Sûriyê piştî ku bajarê Tedmurê (Palmera) ji destê DAIŞê kontrol kir, gorek bikom ya sivîl û leşkeran dîtin.

Hat ragihandi, termên 24 sivîl ku ji nava wan 3 zarok hebûn û 18 termên leşkerên rêjîma Sûriyê hebûn. Bi guleyan û serbirînê hatibûn kuştin.

Rêveberê Rewangehê Ramî Ebdilrehaman tekez kir, di dirêjahiya mayîna DAIŞê li bajarê Tedmurê, her kêm 280 kes kuştin.

Bajarê Tedmûrê bajarekî dîrokî ye, di DAIŞê di Gulana 2015an de dest danî ser bajarê Tedmurê. Artêşa Sûriyê di 24 Adarê de Tedmur Kontrol kir.