Stranbêjê navdar yê U2 (Yû Tû) yê Bono li Tirkiyê serdana penaberan kir

Bo zarokan sedemekê ahengeke nû derketiye. Bono jî kêfxweş e ku zarokên rûken dibîne.

https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/c0539952-fee2-4046-bc56-3671393e1742/U2%20Bono%20Nizib.ism/manifest

K24-Navenda Enqerê

Mûzîkjen û stranbêjê Grûba U2 (Yû Tû) Bono, tevî gelek siyasetmedar û hunermendên biyanî, li bakurê Kurdistanê serdana kampa penaberan ya Nîzîba Dîlokê kir. Bono, li kampê beşdarî strana zarokên dayîngehê bû.

Solîstê navdar yê U2 (Yû Tû) yê Bono ku ji Îrlandayê ye, duh li navçeya Nîzîb ya Dîlokê serdana "konbajarê" penaberan kir.

Balyozê Amerîka yê Enqerê John Bass û hejmarek senator û endamên Kongreya Amerîkayê tevî Bono serdana kampê kirin.

Bono piştre di nav kampê de çû dibîstana zarokan ku, ji konê hatibû çêkirin. Di bin wê konê de zarokên 5 salî dimînin.

Bono derbarê rewşa zarokan de hin pirs arasteye mamosteya tirk kirin. Gelo zarok tiştên jiyane hîç pêre parve dikin yan na, gelo di hestên wan çawa ne.

Mamosteya dayîngehê dibêje zarok hestên xwe bi wê re parve nakin. Berê zêdetir di nav xwe de girtî bûn, lê niha hinek vebûne.  Her wiha ew jî pirsên pirsên taybet arasteyê zarokan nake.

Bono dibêje wê demê dibe ku hestên xwe bi dê û bavên xwe re parve bikin.

Şer û zarok, bombe û zarok, bêwar û bêmal. Rewşa zarokên penaber, diyar e dilê Bono ji wî dibe.

Piştre derbarê rewşa penaberan û kampê de tevî balyoz John Bass ji rayedaran agahî digre.

Her wiha li kampê derbarê sîstemên civakî û dibistanê de lêkolîn kirin.

Bono, di dawî de li dibîstanê bi zarokan re ikeve sohbetê. Diyar dibe, ji gotinên hev tiştek fêm nakin. Lê dizanin çi dibêjin.

Bo zarokan sedemekê ahengeke nû derketiye. Bono jî kêfxweş e ku zarokên rûken dibîne.

Ji hemû zarokan dixwaze bila "rûyê bextewar" (Happy Face) nîşanî wî bidin. Zarok jî tevî rûyê ken, rûyê hirs, rûyê tirş û tirsê jî nîşan didin.