Karvedanên serdana Ahmet Davutoglu ji Amedê re
Opozîsyon li ser vê yekê yek nerîne ku,cihekî hiqûqî yê biryara îstimlakkirinê nîne û dibêjin,"hikûmetê li gorî yaseya karesatan ev biryar daye. Lê belê ew bixwe bûye sedema karesatê û ew êji ber vê yekê jî dozdar bin ku, heta hikûmet ji ber kiryarên xwe bê darizandin û cezakirin."
K24-Navenda Nûçeyan
Serokwezîrê Tirkiyê Ahmet Davutoglu li Diyarbekira Bakurê Kurdistanê "Plana Jinûve avakirina Sûrê" destnîşan kir. Lê belê tê îdiakirin ku ev plana Davutoglu, planeke sexte û pêknehatiye û herwiha metirsiya rant parêziyê jî dihewîne.
Li hemberî biryara îstimlakkirina Sûrê ku, ev 3 meh in derketina kolanan lê hatiye qedexekirin, nerazîbûn her ku diçe zêdetir dibe.
Aliyên muxalîf dibêjin ku,gotinên Davutoglu yên wekî stimlakkirina lezgîn dê di çarçoveyeke hikûqî de be,rast nîn e û di encama wê de dê mafên sermiyaniyê têkeve metirsiyê.
Herwiha CHP biryarê li dijî destûr û yase, hiqûq û qanûn û rêgezên wekheviyê di nirxîne û daxuyaniyên hikûmetê yên derbarê îstimlakkirinê de jî xeternak dibîne.
Derbarê vê mijarê de Alîkarê Serokatiya CHPê Mehmet Bekaroglu wiha ji K24ê re got:"Çûna Serokwezîr ya bo wêderê, bi tenê di çarçoveya b itêkîliyên gel re ye. Yanîtiştê ku didin nîşandan ev e; Em dişewitînin, di kûjin lê belê li aliyê din em dil bi rehm in, em birînên vebûne derman dikin. Na neşewitînin, wêran nekin. Ne avahiyan û ne jî dilê welatiyan wêran nekin û paşênekevin na va karên sexte kariyê yên bi vî rengî."
Li aliyê din AKPyî rexneyên li hemberî xwe dicih de nabîne û di bêjin ku berovajîewîdiayêntên kirin, hikûmet dê şûnên dîrokî li ber çavan bigire û bi tu awayî rê nadin rant parêziyê.
Derbarê vê babetê de Parlamentera AKP ya Stenbolê Fatma Benlî ji K24ê wiha axifî:"Ev cî dê çawa ji bo rantê bê bikaranîn? Em behsa ji nûveavakirina cihekî dikin. Taliyatalî, ev cihên ku ji wan tê nesitandin hêdî hêdî wê careke din bê nedayîn. Ne ji Stenbol an jî ji Enqerê dê tu kes li wê derê neyê bi cih û warkirin"
Opozîsyon li ser vê yekê yek nerîne ku,cihekî hiqûqî yê biryara îstimlakkirinê nîne û dibêjin,"hikûmetê li gorî yaseya karesatan ev biryar daye. Lê belê ew bixwe bûye sedema karesatê û ew êji ber vê yekê jî dozdar bin ku, heta hikûmet ji ber kiryarên xwe bê darizandin û cezakirin."