Li Geverê 16 endamênYPSê hatin kuştin

Berî niha û di 30ê Adarê de jî endamekî YPSê li heman navçeyê canê xwe ki dest dabû.

K24-NavendaNûçeyan

Li bakurê Kurdistanê navçeya Geverê 16 endamên Yekineyên Parsatina Sivîlan(YPS) canê xwe ji dest dane.

Li bajarê Colemêrgê navçeya Geverê ji 13ê Adarê ve derketina derva qedexe ye û şer û pevçûnên dijwar didomin. Tê gotin di encama operasyona duh de, 16 endamên YPSê canê xwe ji dest dane. Li gor zanyariyan 2 kesên ko canê xwe ji dest dane berpirsên PKKê yên devera Geverê ne.

Herwiha di 30ê Adarê de jî endamekî YPSê li heman navçeyê canê xwe ki dest dabû. Hat zanîn ko ew kes li Geverê Rêveberê Dibistanekî ye.