Parêzgar ê Kerkûkê posta rêvebr ê polîsan yakalî dike.

Bê ku vegere bo Civat a Parêzgehê, Necmedîn Kerîm parêzgarê Kerkûkê, posta fermandar ê polîs ên Kerkûkê yekalî dike.

K24- Kerkûk:

Bê  ku vegere bo Civat a Parêzgehê, Necmedîn Kerîm parêzgarê Kerkûkê, posta fermandar ê polîs ên Kerkûkê yekalî dike.

Ev di demekê de ye li gor wezaret a hindûrî ya Îraqê, pêdivîye nav ên berbijaran bo evê postê, bi rê ya Civat a Parêzgeh a Kerkûkê be. Partî ya Dîmûkratî ya Kurdistanê li ser evê postê axivtin a xwe heye û rijte li ser wergirtin a evê postê.

Post ê fermandar ê giştîyê Kerkûkê ku berê di navber a Partî ya Dîmukratî ya Kurdistanê û Yekêtî ya Nîştîmanî ya Kurdistanê zêdetirîn miştûmirr li hat kirin, Necmedîn Kerîm, Parêzgar ê Kerkûkê bê ku vegere bo Civat a Parêzgehê ev post yakalî kir.

Di niha de ev post bi wekalet ji alîyê Emîd Xetab Ûmer li ser pişk a Yekêtîyê bi rêve diçe.

Berê jî wezaret a hindûrî ya Îraqê bi nivîsarekê daxwaz ji Civat a Parîzgeh a Kerkûkê kiribû, nav ê sê berbijaran bişîne daku yek ji wan bihlbijêre bo evê postê, serok ê Civat a Parêzgeh a Kerkûkê bi wekalet, bê agahî ya xwe nîşan da ji hinrtin a navan ji alîyê parêzgar ê Kerkûkê ve.

Li gor zanyarî yên Kurdistan24, parêzgar ê Kerkûkê, her yek ji emîd Mehemed Qadir, emîd Simko Baweyî û emîd Xetab Ûmer bo evê postê berbijar kirîye û her sê jî li ser lîst a Yekêtîyê ne.

Her li gor zanîyarî yê Kurdistan24, Partîya Dîmukratî ya Kurdistanê nav ê sê berbijaran bo evê postê araste ya wezaret a hindûrî ya Îraqê kirîye ku her yek ji emîd rukin Eyad û  emîd  Saman Talebanî û emîd Fehmî,  lê her sê hatin redkirin, li ser evê yekê jî re Partî her rijte li sr wergirtina evê postê.

 Li bajar ê Kerûkê 10 post û serok pişik bi eger a milmilanê ya di navber a Partîyê û Yekêtîyê bi wekalet bi rêve diçin û heya niha jî yekalî nebûne. Her bi eger a ewê milmilanê ya di navber a wan de çend postek a hestîyar ên Kurd bi Turkuman û Ereban Hatîye dan.

 

https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/b8179ba3-6cca-46b8-a422-d6877f742e0d/PostiBereweberiPolice.ism/manifest