Entîkeyên Rojavayê Kurdistanê ji aliyê DAIŞê tên dizîn

Li bajarê Hesekê ya Rojavayê Kurdistanê, piraniya girên bajêr ji entîkeyên wê ji aliyê DAIŞê ve hat dizîn.

https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/ae06206e-4ebc-4968-97a4-4b8ec0dd519b/entike-heseke.ism/manifest

K24 – Hesekê

Li bajarê Hesekê ya Rojavayê Kurdistanê, piraniya girên bajêr ji entîkeyên wê ji aliyê DAIŞê ve hat dizîn.

Girê Ereban ango girê Ecaca, mezintirên girên entîkeyan li başûrê Hesekê ye, piştî ku DAIŞê ev dever kontrol kir, bi alavên ne pispor û şêweyekî hovane dest bi kolandina wî girî kirin, di encamê de gelek entîke hatin rûxandin.

Li gorî welatiyên deverê, dema ku DAIŞê ev entêke dîtin, bi behaneya ku ew dever herêmeke leşkerî ye çûnûhatina welatiyan nêzî deverê qedexe kirin, bi şevan ew gir dikolandin û entîke vedguhestin deverine ne diyar.

Girê Ereban li ser çemê Xabûrê ye, ev nav hat li ser navê mezintirîn bajarên Yonaniyan, li gora hin şopîneran bajarê Ereban di bin vî girî de ye û temenê wî 900 sal berî zayînê ye, herwiha gayekî bi bask li ber e.

Di başûrê hesekê de piraniya giran ji entîkeyan vala kir û beşek mezin jî rûxand.û ta niha ne diyare daişê ev entîke vedughest çi deverê.