YPG nûneratiya xwe li welatê Çîkê vekir

Her di wê merasîmê Kurdên alîgirên Rêveberiya Xweser li wî welatî û ji hin welatên Ewropayê dimînin amade bûbûn.

K24-Navenda Nûçeyan

Bi amadebûna şandek ji Rêveberiya Xweser , Yekîneyên Parastina Gel(YPG) û Yekîneyên Parastina Jinan(YPJ) duh, nûneratiya xwe li welatî Çîkê vekirin.

Di merasîma vekirina wê nûneratiyê de, Serokê Desteya Pêwendiyên Derve li Kantona Cizîrê Ebdulkerîn Omer û berpirsa Yekîneyên Parastina Jinan li Ewropayê Îman Derwîş pêşwaziya beşdarbûyên vekirina nûneratiyan xwe kirin, herwiha sipasiya wan li ser dabînkirina derfeta vekirina wê nûneratiyê li Biragê kirin.

Her di wê merasîmê Kurdên alîgirên Rêveberiya Xweser li wî welatî û ji hin welatên Ewropayê dimînin amade bûbûn.

Di dawiya vekirina wê nûneratiyê de, berpirsê Rêveberiya Xweser hêvîkirin ku, ew nûneratî bibe egera bihêzbûn û berdewamiya pêwendiyan wan û komara Çîkê.

Fly Erbil Advertisment