Barzanî: Dixwazim danûstandin ên Cinêvê li berjewendî ya xelk ê Suyayê bigehe encam.
Serok ê Herêm a Kurdistanê ragehand: dixwazim danûstandin ên Cinêvê bi xêr û li berjewendî ya xelk ê Suryayê bigehe encam û bibe eger a bi dawîhatin a êş û azar ên gel ê Suryayê.
K24- Hewlêr:
Serok ê Herêm a Kurdistanê ragehand: Dixwazim danûstandin ên Cinêvê bi xêr û li berjewendî ya xelk ê Suryayê bigehe encam û bibe eger a bi dawîhatin a êş û azar ên gel ê Suryayê.
Mesûd Barzanî, serok ê Herêm a Kurdistanê ragehand: Hêvîdarim danûstandin ên Cinêvê bi xêr û li berjewendî ya xelk ê Sûryayê bigehe encam, piştîvanî ya xe jî derbirî bo her hewlek ê ku bibe eger a bi dawîhatin a êş û azar ên gel ê Sûryayê.
Ew gotin ên serok Barzanî di dîdarekê de li gel Rîyad Hîcab, serok ê deste ya bala ya danûstandin ên opizisyûn a Suryayê ku duhî serdan a Barzanî kir li Selahedînê.
Li gor malper a fermî ya serokatî ya Herêm a Kurdistanê, di vê dîdar a di navber a serok ê Herêm a Kurdistanê, Mesûd Barzanî û Rîyad Hicab serok ê deste ya bala ya danûstandin ên opizisyûn a Suryayê, behs a rewş a sîyasî û pêşhat ên Surayayê û çareserkirin a tengije ya sîyasî ya Suryayê hatkirin.