Di Roja Parêzeran de panêla "Tahîr Elçî û Parêzerî"

Di çalakiyan de, amaje bi wê yekê jî hate kirin ku, Tahîr Elçî, temenê xwe yê Parêzeriyê, ji bo ron kirina buyerên kujer nediyar û komkujiyan derbas kiriye.

https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/d9909642-986f-492e-b191-8dfaf9479c6d/RojaParezeranBoYadkirinaTahirElciHatPirozkirin.ism/manifest

K24-Amedî

Çalakiyên 5ê Nîsanê yên roja Parêzeran, li Diyarbekirê ji bu bibîranîna Serokê BARO ya Diyarbekirê Tahîr Elçî hat diyarî kirin. Bi pêşangiya BARO ya Diyarbekirê û piştgiriya Serok û nûnerên saziyên sivîl, parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan(HDP) û Cîgirê Serokê Giştî yê Partiya Komarî ya Gel(CHP) Sezgîn Tanrikûlû îro, rêzek çalakî hatin lidarxistin. Di çalakiyan de, Tahîr Elçî û hûqûqnasî û mafparêziya wî hat şîrove kirin.

Çalakiyên Hûqûqnasan yên di çarçoveya 5ê Nîsanê de, li Diyarbekirê li ber Mînareya Çarling ku, Serokê BARO ya Diyarbekirê Tahîr Elçî, di 28ê Çiriya Paşîn ya 2015an de hatibû kuştin destpê kir.

Endamên Baroyê û hûqûqnasan piştî ku, Elçî li wir bibîranîn û kirnefîl danîn, çûn ser gora wî û li wê jî ragiahandin ku, Tahîr Elçî, bi nirxên ku, ji wan re hiştiye dê her tim di dilên wan de bijî.

Li Salona Şanoyê ya Şaredariya Mezin jî, serokên berê yên BARO ya Diyarbekirê, paneleke bi navê "Tahîr Elçî û Parêzerî" lidarxistin. Di Panelê de, hat ragihandin ku, hemû kesên têkoşîna serdestiya hûqûq û demokrasiyê dane berdelên giran dane. Lê Tahîr Elçî, yê herî çalak bû ye û berdela herî giran jî wî daye.

Hûqûqnas û parlamentera HDPê Meral Daniş Beştaş, ji Kurdistan24 re diyar kir ku, li Tirkiyeyê, jixwe hemû sûcên ku li ser navê dewletê tên kirin, bê ceza dimînin û Tahîr Elçî kiriyarên wan sûcên li dijî mirovahî derdixist ber dedgehan û hesavdayînê.

Cigirê Serokê BARO ya Diyarbekirê Ahmet Ozmen jî dazanîn ku, weka ku Tahîr Elçî jî, ji têkoşîn û berxwedana mafên mirovan û demokrasiyê berneda û li dijî zilmê û zaliman serî netewand ewê jî rêça wî bişopînin.

Di çalakiyan de, amaje bi wê yekê jî hate kirin ku, Tahîr Elçî, temenê xwe yê Parêzeriyê, ji bo ron kirina buyerên kujer nediyar û komkujiyan derbas kiriye. Lê li gel ji dehan kamerayan dimênên ciyê buyerê jî hene, ev 4 meh e ku kujerên Tahîr Elçî jî nayên aşkere kirin û dernaxin ber dadgehê.

Fly Erbil Advertisment