Li Silopiyê 7 welatiyên sivîl hatin kuştin

Xelkê navçeyê ditirse ku weke beriya niha qedexe dom bike

K24-Navenda Nûçeyan

Li gorî agahiyên herêmî, ji duh ve di encama topbarana hêzên ewlekariyê Tirkiyê de 7 welatiyên sivîl ku bombe li malên wan ketibûn canê xwe ji dest dan û hejmareke welatî jî birîndar bûne.

Ji aliyeke din ve hejmareke zêde ji xelkê sivîl ji aliyê hêzên ewlekariyê ve hatine desteser kirin.

Li navçeya Silopî ya Şirnexê duh, piştî ku polîsekî Tirkiyê di êrişa kesekî nenas de, canê xwe ji dest da, ji aliyê Qeymekamiyê ve li temamê navçeyê derketina derve hat qedexekirin û hêzên ewlekariyê avêtin ser malan. Xelkê navçeyê ditirse ku weke beriya niha qedexe dom bike.