De Mistoar serdana Sûriyê dike

Biryare di 13ê vê mehê de, gera siyem a civînên kongireya Cenêv3 derbarê kirîza Sûriyê destpê bike

 

K24-Navenda Nûçeyan

Bi armana karkirin li di pêşketinên danûstandinên Cenêvê sibe, Nûnerê Neteweyên Yekbûyî taybet bo Sûriyê Staffan De Mistura serdana Sûriyê dike.

Derbarê wê serdanê De Mistûra di daxuyaniyekê de ragehand ku, ew di serdana xwe de dê ligel Wezîrê Deve yê Sûriyê Welîd El-Mûelim li Şamê bicive.

Li gor daxuyaniya De Mistura qonaxa veguheztina siyasî li Sûriyê dê mijara herî sereke ya wê civînê be.ew mijar jî ji aliyê Sûriyê tê redkirin, herwiha ji aliyê Opozîsyona Sûriyê tê qebûlkirin.

Biryare di 13ê vê mehê de, gera siyem a civînên kongireya Cenêv3 derbarê kirîza Sûriyê destpê bike.