Encûmena Wezîran ya Tirkiyê li Rihayê dicive
Encûmena Wezîran ya Tirkiyê piştî 13 salan yekem car e ku li dereviyî Enqerê dicive. Encûmena wezîran di bin serokatiya Serokwezîr Ehmed Davûdoglu de sibê li Rihayê dicive.
K24 – Navenda Nûçeyan
Encûmena Wezîran ya Tirkiyê piştî 13 salan yekem car e ku li dereviyî Enqerê dicive. Encûmena wezîran di bin serokatiya Serokwezîr Ehmed Davûdoglu de sibê li Rihayê dicive.
Li gorî çavkaniyên Serowezîrtiya Tirkiyê, Davûdoglu îro derengiya şevê derbasî Bakurê Kurdistanê bajarê Rihayê dibe.
Tê çaverêkirin, ku Davûdoglu li Rihayê hin hevdîtinan bike û beşdarî Merasîma Madalyaya Rizgarî û pîrozbahiyên 96'emîn salvegera rizgarbûna Rihayê bibe. Li gorî dîroknasên Tirk, Rihayê di Şerê Rizgariya Tirkiyê de roleke girîng lîstiye.
Wezîrê Kiştûkal û Ajaldariyê Farûk Çelîk dibêje, piştî arambûna rewşa ewlehiyê, di warê geştiyarî, bazirganî û pîşesaziyê de dê herêm careke din pêş bikeve û ev civîna Encûmena Wezîran ji bo vê pir girîng e.
Beriya 13 salan, di bin serokwezîrtiya Receb Tayîb Erdogan de, Encûmena Wezîran li Bakurê Kurdistanê bajarê Sêwasê kom bûbû.