Li Kobanê xwebexşekî bi sedema elektirîkê canê xwe ji dest da
Gundê Digurman bi 30 kîlometreyan dûrî bajarê Kobanê

K24-Kobanî
Li gundê Digurman ser bi bajarê Kobanê bi sedema elektrîkê welatiyekî Kurd dema hêlên elektrîkê çêdikin canê xwe ji dest da.
Welatiyê Kurd yê bi navê Ziyad Hemê Birho, temen 30 salî ji gundê Digurman ser bi bajarê Kobanê dema ku, dixwest hêlên elektrîkê çêbike, canê xwe ji dest da, Ziyad weke xwebexşekî di Rêveberiya elektirîkê ya bakarê Kobanê de kar dikir.
Gundê Digurman bi 30 kîlometreyan dûrî bajarê Kobanê.