Egera derxistina ji hemwelatiyê kete rojevaTirkiyê
Niha jî rewşenbîr di bêjin Erdogan dixwaze kirasekî terorîzmê li her kesekî bike ku, fikra wan naecibîne.
K24-Enqrê
Di siyaseta Tirkiyê de yek ji wan mijarên herî zêde tê nîqaşkirin "derxistina ji hemwelatîbûnê" ye. Gelo bo vê yekê çarçoveyeke çawa ya hiqûqî heye û kî ne ew kesên hemwelatîbûna wan bêne betalkirin? Hiqûqnas û akademisyenan armanca "Derxistina ji Hemwelatîbûnê" bo Kurdistan24ê nirxandin.
Bi daxuyaniyên SerokkomarêTirkiyê Recep Tayyîp Erdogan yên ji bilî operasyonan dê derxistina ji hemwelatiyê jî dinav de gelek bergiriyên nû bêne girtin, egera derxistina ji hemwelatiyê kete rojevaTirkiyê.
Gelo mebesta Erdogan ya derxistina ji hemwelatiyê çi ye? Gelo di yaseyênTirkiyê de cihê vê yekê heye an na?
Parêzer Yusuf Dere dibêje gava kesek ji hemwelatiyê tê derxistin bê welat dimîne û dibe biyaniyek, lê belê li gorî yaseyên heyî bingeha derxistina ji hemwelatî bûnê nîn e û heger derbarê vê yekê yase bêne çêkirin û kesek ji hemwelatî bûnê were derxistin dikare li hemberî vê yekê serîli dam û dezgehên hiqûqî yên navxweyî û navd ewletî bide.
Derbarê vê yekê Parêzer Yusuf Dere wiha ji K24ê re wiha got:
"Tiştên ku, vê gavê Hikûmet û Erdogan difikire ku, bi kar bîne, diqanûnê de, di zagona bingehîn de, pêdîvî bi damezrandinên nû yên bingehîn were danîn û ew jî gelekî zehmet e."
Erdogan di daxuyaniya xwe de gotibû mafê wan kesan yên hem welatiyê nîn e ku, piştgiriyê didin terorê an jî endamê rêxistinên terorî ne. Gelo mebesta Erdogan ya ji piştgirîdayîna terorê çi ye? Akademisyen Faruk Alpkaya dibêje di dema Osmanî de, kesên dixwestin di warê akademîk de bixebitin wan bi xwe hemwelatîbûna xwe betal dikirin lê belê di dema darbeya 12ê Îlonê ev yek bi destê dewletê ve hate kirin û niha jî Tirkiye ber bi rewşeke wisa diçe ku, hemû ew kesên ku, Erdogan û hikûmet fikra wan naecibîne wekî terorîst têne destnîşan kirin û niha di xwazin bi vê yekê zextên li ser rewşenbîran zêde bike ku, ew bêdeng bibin, Akademisyen Faruk Alpkaya wiha ji K24ê re axifî: "Çikesê ku, kêfa Tayyip Erdoganjê re neyê, biterorê re tê têkildar kirin. Di pratîkê de, bi ixtimaleke mezin, rojnameger, rewşenbîr, akademisyen û ew kesên hêj dengê xwe bilind dikin, dê wekî terorîst bêne destnîşankirin ku, birevin derveyî welêt û bi vê yekê dê ji hemwelatîbûnê bêne derxistin."
Piştî operasyon û qedexeyên derketina kolanan yên li bajarên Bakurê Kurdistanê bi hezaran Akademisyen, Nivîskar û Rojnamegeran bi danezanên xwe yên wek " Em ê nebin şirîkê vî şerî" nerazîbûna xwe nîşandan. Serokkomar Erdogan ev helwesta rewşenbîran wekî piştgirîdayîna terorê nirxand û got hesabê vê yekê ji wan bipirse. Piştî vê yekê gelek akademisyen hatin binçav kirin û erka wan ji dest wan hate girtin. Niha jî rewşenbîr di bêjin Erdogan dixwaze kirasekî terorîzmê li her kesekî bike ku, fikra wan naecibîne.