Amerîka:Hilbijartinên Parlamentoya Sûriyê ne yasayî ne
Biryare 13ê vê mehê hilbijartinên Parlamentoya Sûriyê li hemû Parêzgehên di bin desthilatdariya rejîma wî welatî de werin pêkanîn.
K24-Navenda Nûçeyan
Berdevkê Wezareta Derve yê Amerîkayê helwesta welatê xwe derbarê helbijartinên Parlamentoya Sûriyê ragehand û got ku, ew hilbijartin ne yasayî ne û nûneratiya daxwazên gelê Sûriyê nake.
Derbarê helwesta Amerîkayê Berdevkê Wezareta Derve yê Amerîkayê Mark Toner daxuyaniyek belav kir tê de wiha got:"Niha li Cenêvê danûstandin derbarê qunexa veguheztinê li Sûriyê têne kirin, ew yeke jî di nerîna Amerîkayê de çareseriya bingehîne bo kirîza wî welatî."
Toner hilbijartinên Parlamentoya Sûriyê bi "ne yasayî" binav kir, da zanîn ku, ew helbijartin nûneratiya xwestekên gelê Sûriyê nake.
Biryare 13ê vê mehê hilbijartinên Parlamentoya Sûriyê li hemû Parêzgehên di bin desthilatdariya rejîma wî welatî de werin pêkanîn.