Ajans a Bilombêrg: Berhemhînan a petrol a Îraqê astek a pîvneyî tomar kirîye

Ajnas a Bilombêrg ragehand, behemhînan a petrol a Îraqê di meh a bûrî de astek a pîveneyî tomar kirîye, rojene gehiştîye zêdetir ji 4 milyûn û 500 hezar bermîl ên petrolê.

K24- Hewlêr:

Ajnas a Bilombêrg ragehand, behemhînan a petrol a Îraqê di meh a bûrî de astek a pîveneyî tomar kirîye, rojene gehiştîye zêdetir ji 4 milyûn û 500 hezar bermîl ên petrolê.

Bilombêrg ku ajansek a abûrî Emerîkayî ye, ew zanîyarî ji jêderekî ji kompanya ya Somo ya Îraqî bi dest xwe ve hînaye, ku ji meh a Adar a ev sal, ast a berhemhînan a petrol ê di bîyav ên petrol ên Îraqê bi hevberkirin li gel meh a Subat a bûrî, bi rêje ya 2% bilind bûye.

Bilombêrg amaje bi wê yekê jî kir, kompanya ya Somo ku petrol a Îraqê difiroşe, her di wê mehê de rojane 4 milyon û 500 hezar bermîl ên petrolê hinarte kirine û hewl did ast a şandin apetrolê bo bazar ên cîhanê hêj zêde bike.

Ev di demekê de ye, welat ên hinartekar ên petrolê, li 17yê evê mehê li Dewhe ya paytext a Qeter ê kom bibin bi armanc a  sinûrdarkirin a berhemhînan a petrol ê Îraq jî yeke ji wan endam ên pişikdar.