Penaberên Sûrî: Tenê alîgirên Esed diçin ser sindoqan

Piştî ku şerê navxweyî yê li Sûriyê dest pê kir, herî zêde Sûrî penaberî Tirkiyê bûbûn. dora 2 milyon penaberên Sûrî li Tirkiyê ne. Penaberên Sûrî li Kampa Dêrika Mêrdînê ji K24 re dibêjin,: ev hilbijartin tenê ji aliyê Beşar Esad ve tê kirin û tenê alîgirên rejimê diçin dengdayînê. Ew daxwaz dikin ku demek zûtir şer li welatê wan raweste û demokratîk bibe. Hilbijartin jî bi awayekî demokratîk bên kirin.

https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/6fd9b200-8e7f-4596-9e4b-c8588b7d7390/Woxpop-13042016-HilbijartinenSuriyePenaberenTirkiye-Merdin.ism/manifest

K24 - Mêrdîn

Piştî ku şerê navxweyî yê li Sûriyê dest pê kir, herî zêde Sûrî penaberî Tirkiyê bûbûn. dora 2 milyon penaberên Sûrî li Tirkiyê ne. Penaberên Sûrî li Kampa Dêrika Mêrdînê ji K24 re dibêjin,: ev hilbijartin tenê ji aliyê Beşar Esad ve tê kirin û tenê alîgirên rejimê diçin dengdayînê. Ew daxwaz dikin ku demek zûtir şer li welatê wan raweste û demokratîk bibe. Hilbijartin jî bi awayekî demokratîk bên kirin.

Penaberê Sûrî bi navê Elî Hentûş ji K24ê re axivî û got: "Em dixwazin Sûriye jî wek Tirkiyê demokratîk bibe. Rewşa niha ya Sûriyê ji bo hilbijartina guncaw nîne, divê şerê navxweyî xilas bibe û hemû cudahî bi awayekî demokratîk bikaribin dengên xwe bikar bînin û bihevre bijîn."

Herwiha penaberekî din bi navê Mihemed Ebû Raşîd jî dibêje: "Ev şer û nakokikîyên li Sûriyê, civaka Sûriyê perçe kiriye û rejîm li welatiyên xwe zilûm dike. Divê ev zilm nemîne da ku Sûriye jî bibe welatekî demokratîk. Em jî hêvî û daxwaz dikin ku di demek kinde Sûriye ji bo hemû civakê bibe ciyê jiyaneke baş.”

Remezan Saçir jî derbarê encamên hilbijartinan de got: "Encamên van hilbijartinan ji berê de hatine destnîşan kirin. ji ber ku tenê alîgirên Beşar Esed diçin ser sindoqan û deng didin. Ji bilî wan tu kes van hilbijartinan nasnakin û em jî nasnakin. Em ji ber zilma rejimê hatine li van kampên jii çadiran pêkhatî dimînin, lê niha ev der ji Sûriyeyê ewletir û baştir e ji bo me. Em sipasdarin ku welatî rayedarên Tirkiyeyê alîkariya me dikin."

li Sûriyê hilbijartinên giştî bo hilbijartina 255 parlementeran tên encamdan. Encûmena Niştimanî ya Kurd (ENKS) bayokirina hilbijartinê ragihand. Herwiha Rêveberiya Xweserî jî duh hilbijartin baykot kir û ragihand ku li deverên rêveberiyê ti hilbijartin pêk nayin.