Li Silopî zarok guh li qedexa derketina kolanan nadin

Li Silopiya Şirnaxê ji 5ê Nîsanê heta niha derketina kolanan qedexe ye lê belê digel vê yekê zarok guh nade qedexeyan û derdikevin kolan dilîzin.

K24 – Silopî

Li Silopiya Şirnaxê ji 5ê Nîsanê heta niha derketina kolanan qedexe ye lê belê digel vê yekê zarok guh nade qedexeyan û derdikevin kolan dilîzin.

Piştî bûyera li Silopî ku di encamê de polîsek mir û 4 polîs jî birîndar bû Qeymeqamiya Silopiyê biryara Qedexekirinê ya derketina kolanan ragihand. 

Biryar ji 4ê Nîsanê heta niha berdewam e. Lê belê li taxên mîna Cûdî û Yeşîltepe zarok guh li biryara qedexekirinê nadin û di bin dengê teqîn û şer û pevçûnan de dilîzin.

Herwiha Polîs  car caran bi wesayîdê zirxpoş biryara qedexeyê anons dike û li 25 kesan cezayê pereyan hatiye birrîn ku guh li biryarê neda ne.