PaPayê Vetîkan serdana penaberan kir

Papayê Vetîkanê weke rêzgirtinekê ji penaberên ku, di deryayê de canê xwe ji dest dane gulan bireşîne ser avê. Ji encama şer û pevçûnan bi hezran kes welatên xwe bicih hêlane û bi rêyên cor bicor koçberî welatên Ewropayê bûne.

K24-Navenda Nûçeyan

Bi armanca piştgiriyekê ji penaberên ku, li Yonanistanê dimînin,  Papayê Vetîkanê Papa Francesco, serdana kampa penaberan li wî welatî kir.

Derbarê serdana xwe Papayê Vetîkanê bo rojnamevanan daxuyaniyek belav kir tê de wiha got: "Ev serdan ji wan serdanên berê cuda ye, serdanekî tije xemgîniye, em rastî mezintirîn karasata mirovî piştî şerê cîhanî yê duyem dibin."

Papayê Vetîkanê weke rêzgirtinekê ji penaberên ku, di deryayê de canê xwe ji dest dane gulan dê bireşîne ser avê.

Ji encama şer û pevçûnan bi hezran kes welatên xwe bicih hêlane û bi rêyên cor bicor koçberî welatên Ewropayê bûne, herwiha bi hezaran di nava deryayê de xenqîne.