Barzanî: Rê nadin ti pilanekê ku pêkevjiyanê têk bibe
Serokê Herêma Kurdistanê Masûd Barzanî di civînekê ligel Qaimeqam, kesayetî û Nûnerên qezaya Xurmatûyê de ragihand, bi ti awayî rê nadin ku planekê ku pêkevejiyanê di navbera pêkhateyên Xurmatûyê de têk bibe.
K24 – Hewlêr

Li gor malpera fermî ya Serokatiya Herêma Kurdistanê belav kiriye, ku Qaimeqamê Xurmatûyê Şelal Ebdulah behsa kêşe û pirsgirêkên yên li Xurmatûyê kir û ragihand, daxwaza sereke ya xelkê Xurmatûyê ew e, ku Xurmatû vegere ser bi Herêma Kurdistanê û dabînkirina rewşa ewlehiyê ye.
Herwiha malpera Serokatiya Heêma Kurdistanê amaje bi wê yekê kir, ku xelkê Xurmatûyê komek ji pêşniyaran pêşkêşî Serok Barzanî kirine, bo dabînikirina aramî, ewlehî û xizmetguzariya wî bajarî.
Herwiha Barzanî nîgeraniya xwe bo rewşa ewlehiya Xurmatûyê nîşan de û ragihand, bi ti awayî rê nadin ku planekê ku pêkevejiyanê di navbera pêkhateyên Xurmatûyê de têk bibe.