Tevgera Ciwanên Rojava serdana serngerên pêşmergeyan dikin

Her çiqas nakokî di navbera aliyên siyasî de hebe jî lê ew her dem tekeziyê li ser yekrêziya mala Kurdî dikin.

https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/0d0f0840-e2d0-484c-9f67-69b6b86fee13/tevgera%20cwanen%20kurd%20-%20kerkuk.ism/manifest

K24-Navenda Nûçeyan

Bi armanca bi hêzkirina pêwendiyan û nêzîkbûna Kurdên her çar parçeyên Kurdistanê Tevgera Ciwanên Kurd yên Rojava li Rojavayê Kerkûkê serdana sengerên Pêşmergeyên Kurdistanê li wî mihwerî kirin.

Derbarê wê serdanê de,Berpirsê Tevgera Ciwanên Kurd(T.C.K) Yelmaz Seîd ji Kurdistan24ê re tekez kir ku, Kurd li her çar parçeyan yekin û ew sînorên ku, dijmin di navbera wan de çêkirîn nabine rêgir û astang li pêşiya yekrêzî û yekgirtina wan.

Ji aliyê xwe ve jî Sekreterê Partiya Azadiya Kurdistanê Elî Qazî Mihmed ji K24ê re kêfxweşya xwe anî ziman û dibêje ku serxwebûna Kurdistanê li ber çavê wî ye,  amaje bi yekrêziya mala Kurdan û yekîtiya wan kir.

Herwiha hunermenda Rojavayê Kurdistanê Dîlman Sofî diyar kir ku, ew bi rêya hunera xwe wefadariya xwe ji pêşmergeyên pêşkêş bikin û  moralê wan jî bilind bikin.

Her çiqas nakokî di navbera aliyên siyasî de hebe jî lê ew her dem tekeziyê li ser yekrêziya mala Kurdî dikin, herwiha rê nadin dijminan ku bikevin nav wan de bi nimûne şerê li dijî DAIŞê ku tê de Kurdên her çar parçeyên Kurdistanê beşdarin.