PYDê nûnertiya xwe li Swêdê vekir
Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) nûnertiya xwe li Stockholmê Paytexta Swêdê vekir.

K24 – Navenda Nûçeyan
Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) nûnertiya xwe li Stockholmê Paytexta Swêdê vekir.
Bi beşdariya Fermandera Yekîneyên Parastinê yên Jinê (YPJ) Nisrîn Ebdulah, rêveberên Kantonên Rojavayê Kurdistanê, parlementer û rêxistinên sivîl yên Swêdê, PYDê li li Stockholmê paytexta Swêdê vekir.
Berî niha PYDê nûnertiya xwe li Brag Paytexta Çîk û Moskoyê vekiribû.
PYDê bi niyaz bû nûnertiya xwe li Fransayê veke, lê Fransayê vekirina nûnertiya PYDê li Parîsê qebûl nekir.