Şandeka Herêma Kurdistanê Kurdistanê serdana Tirkiyê dike
Li gorî rêveberên OSAMê şandê di civîna ku, ji çapemeniyê re girtîbû de diyar kiriye ku, ew dixwazin di warê rawestandina şerê li Bakurê Kurdistanê de jî rolekî wergirin ser milê xwe.
K24-Enqerê
Şandeyeke ku, ji hemû partiyên siyasî yên parlamenterên Parlamentoya Herêma Kurdistanê û misteşaran pêktêhateTirkiyê. Şandeyê li ser mijarên aborî, siyasî û têkoşîna li dij DAÎŞê, bi Miduriyeta Beşa Iraqê ya ku, di bin banê Wezareta Karê Derveyê Tirkiyê deye hevdîtin pêk anî.
Li ser vexwendina Navenda Lêkolînên Startejîk yên Rojhilata Navîn (ORSAMê) şandeyeke ku, ji 12e kesan pêk tê û di navê de parlamenter û musteşarên parlamenyoya Herêma Kurdistanê cih digirin, hate paytextaTirkiyê Enqerê.
Şande peşdarî civîna ku, ji aliyê ORSAMê ve hatibû organîzekirin bû ku, ev civîn ji çapemeniyê re girtîbû.
Di civînê li ser Rûdanên Herêmî û TêkîliyênTirkiye û Herêma Kurdistanê hate rawestîn.
Di çarçoveya civînê de li ser rûdanên dawîn yên li Rojhilata Navîn, arîşeyên ku, disiyaseta Iraqê de rû didin, helwest û nêrînaTirkiyê û Herêma Kurdistanê ya li hemberî rûdanên herêmî û herwiha di asta herêmî de pêwendiyênTirkiye û Herêma Kurdistanê hatin nîqaş kirin.
Derbarê vê mijarê Serokê ORSAMê(NavendaLêkolînênStartejîkyênRojhilataNavîn)
Şaban Kardaş ji K24ê re wiha got:" Em li ser mijarên zehmetiyên aborî yên ku, niha li herêma Kurdistanê rû didin û bandorên wê yên siyasî çi ne gelo? rawestiyan. "
Derbarê qeyrana hikûmeta Iraqê de jî me li nirxandinên Herêma Kurdistanê bi rêya vêşandeyê guhdarî kir. Herwiha operasyonên Tirkiyên ku, li dij PKKê têne meşandin hene. Me divîwarî de biprosesa çareseriyê ve jî têkîldar li nirxandina şandeyê jî guhdarî kir. Şandeyê xwest ku, Tirkiye di warê aborî, siyasî û şerê li dijî DAÎŞê de zêdetir piştevaniya Kurdistanê bike. "
Di civînê de di heman demê prosesa çareseriyê jî hate rojevê. Şandeya Herêma Kurdistanê li ser vê mijarê jî xwest ku, hikûmeta Tirkiyê ji nû ve prosesê berdewam bike û bi PKKê re pêwendiyê deynê ku arîşe hîn mezintir nebin.
Herwiha şandeyê ragihand ku, ew ne razîne ku, di şerê li Bakurê Kurdistanê de gel têkuştin û mal û milkê wan tê wêran kirin,derbarê vê yekê Parlamenterê Yekîtiya Îslamî ya Kurdistanê Hecî Karwan Najmaddîn Ahmed ji K24ê re wiha axifî: " Em ji bo gihandina peyamekê hatin ji Herêma Kurdistanê bo xelkê Tirkiye. Ji bo çareserkirina wan aloziyan hevahengiyeke çawa di vê bi hikûmetaTirkiyê re? Ji bo rûbirûbûna van kêşe û ew keşêyên di dahatuyê de jî werin pêşiya me em dikarin hev kariyeke çawa bikin ji bo berlêgirtina wan? Ya ji hemû yan giringtirjî em dikarin çawa bibin alîkar ji bu, zindîkirina vê proseya aştî û çareseriyê, hem linavTirkiye û hem jî li herêmê bigiştî. "
Divê dema ku, hem Tirkiye û hem jî Rojhilata Navîn ji aliyê siyasî, aborî û şer û pevçûnên mezhebîve ku di rewşeke zor dijwar re derbas dibe, ev serî lêdana şandeya Herêma Kurdistanê ji aliyê rêveberên OSAMê ve gelekî bi wate hate pêşwazîkirin.
Lewre li gorî rêveberên OSAMê şandê di civîna ku, ji çapemeniyê re girtîbû de diyar kiriye ku, ew dixwazin di warê rawestandina şerê li Bakurê Kurdistanê de jî rolekî wergirin ser milê xwe.