Demîrtaş: Kurên desthilatdaran li ser maseyên qumarê ne
Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan Selahedîn Demîrtaş li pêş zîndana Bakirkoyê ku akademîseyên jin tê de girtîne, daxuyanî da û got, zarokên we di nav tabûntan de ne, yên desthilatdaran li ser maseyên qumarê ne. Divê dayikên Kurd û Tirk destê xwe bidin hev û vê şerê rawestînin.

K24 – Navenda Nûçeyan
Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan Selahedîn Demîrtaş li pêş zîndana Bakirkoyê ku akademîsyên jin tê de girtîne, daxuyanî da û got, zarokên we di nav tabûntan de ne, yên desthilatdaran li ser maseyên qumarê ne. Divê dayikên Kurd û Tirk destê xwe bidin hev û vê şerê rawestînin.
Demîrtaş got: “Beriya du rojan, wêneyê kurê wezîrekî wan ku li Sîngapûrê ser maseyê qumarê hatibû kişandin hat belavkirin. Ew rojnameyên ku bo min digotin kurê min ê ku nîne li Amerîkayê di kolêjan de dide xwendin li kê derê ne.”
Herwiha Demîrtaş pirs kir û got: “Gelo ji malbata min yek li Sîngapûrê ser maseyê qumarê hatiba dîtin dê çi bi gotana? Hemû bûn terîqatek derehlaqî. Partiya netewperest jî bingeha xwe ji xwînê digre. Dizanin xwîn raweste dê desthilatiya wan here. Serokwezîr, Serokomar, hemûyan xwe spartine rijandina xwînê. Yên ku dibêjin xweziya em jî şehîd ketibana, niha çi dikin? Kurên we di nav tabûtan de ye, kurên wan li ser maseyên qumarê ne.”
Damîrtaş berdewam kir: “Partiyên niha bûne wek terîqetan. Di terîqa wan de destdirêjiya ser zarokan neguneh e. Dizîkirin, bertîl, gendelî, êşkence neguneh e. Ma tu alaqeya vê û dînê bi hev re heye? Hem diz in hem bi hêzin. Hemû sûc û guneh yên wan e lê mirov dema guhdariya wan dike dibê qey mexdûr ew in. 14 sal in desthilatdar ew in, Lê me tawanbar nîşan didin.”
Demîrtaş got jî: “Welat, milet, sakarya dibêjin, min û te dişînin qadên şer û ew jî bi keştiyên xwe her tiştê dibin. Min û te berê hev didin lê ew bo pereyên xwe cih nabînin. Gelo hûn bo welatê kî dimirin. Bo welatê dizan yan bo welatê hevpar yê me hemûyan.”