Karter: Sûpayê Emerîka amdeye bersiv a kirdarên Îranê bide
Wezîr ê berevanî ya Emerîkayê, ragehand: Rêkkevtin a navokî, rê nade Îranê dest bigehe çek ên navokî, lê sûpayê Emerîkayê jî tim amadeye bersiv a wan kirdar Îranê bide ku bo ne aknicîbûn a deverê dike.
K24- Hewlêr:

Karter got jî: Derbar ê Îranê, wek min amaje pêday, em li gel hepişk ên xwe ji Civat Harîkarî ya kendavê, bi abwerî ya me rêkkevtin a navokî rê nade Îranê dest bigehe çek ên navokî.
Herweha got: gelek babet ên din hene ku em nîgeranîn ji kirdar ên Îranê li deverê. Ev yeke ji eger ên min tekez kirî ku rêkkevtin a navokî çi sinûr û astengan naêxe swer rê ya
Emerîkayê û ew kar ê ku divê em bikin li wezaret a berevanîyê, ji kawdan ên me, amadeyî ya me, pilandanan me û pişikdarî yame çi guhertin bi ser re nehatîne.
Amaje bo wê yekê jî kir, supa yê Emerîkayê, şîyan a ewê heye û pabende jî bi bersivdan a kirdar ên nerêk ên Îranê ku dibin eger a neakincîyê li deverê.