Partiya Pêşverû vedigere nava ENKSê yan na?
Ev demek e Sekretêrê Partiya Demokrata Pêşverû ya Kurd li Sûriyê Ebdilhemîd Hec Derwêş dibêje. heger ew 3ê aliyên ku ji aliyê Serokê Herêma kurdistanê Mesûd Barzanî ve hatibûn pêşniyarkirin, werin bicihkirin, ewê vegerin nav Encûmena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS).
K24 – Navenda Nûçeyan

Li gor Serkirdeyên Pêşverû ku, Partiya PDK-Sê rêgirê wê yekê bû ku Pêşverû di kongireya xwe ya dawî de biryara vekşandinê dabû, lê niha careke din Partiya pêşverû dixweza vegerê dike, ku PDK-Sê jî pêşniyara sê alî bipejrîne.
Li beramberî vê yekê Endamê Pîlotbîroya PDK-Sê Neşet Zaza daxweza Partiya pêşverû û hatina wan ji nûve ji bo ENKS, erênî dibîne, lê bê ku ew rêkeftina sê alî ya amaje pê hatiye kirin, werin cîbcîkirin.
Serokê ENKSê Îbrahîm Biro geşbîniya xwe li ser vê mijarê radigîne, ew di wê baweriyê de ye, ku pêwîst e Pêşverû ji aliyê xwe ve tevgera xwe bihtir bike da ku herdu alî li hev werin.
ENKS bihtir ji 10 partiyan li xwe digre û hebûna van hersê partiyên navborî di nav encûmenê de û di vê dema niha de dibe ku roleke erînî û berçav ji bo parastina Rojavayê Kurdistanê rabe.