Li Rihayê pêşangeha veguheztina bûkan di dema berê de
Ew pêşangeh heta sê rojan berdewam dike.
K24-Rihayê
Li bajarê Rihayê yê Bakurê Kurdistanê bi beşdariya 22 kompaniyan pêşangiheke taybet bo veguheztina bûkan di dema berê de hate vekirin.
Derbarê wê pêşangehê berpirsa wê ji K24ê re ragehand ku, pêşangeh bi arman parastina edet û şêwazên kilasîk û kelûpelên veguheztina bûkan di dema berê de tê vekirin.
Di pêşangehê de reqis û semaya cor bi cor û kelûpelên bûkan, edetên wan yê berê di wê pêşangehêde hate pêşandan, herwiha coreyên veguheztina bûkan li cem Kurdan di dema berê de jî di pêşangehêde hete pêşkêşkirin.
Bi mebesta dewlemendiya çalakiyê li nava bajarê Rihayê şêweyê veguheztina bûkan hete pêşkêşkirin, ev yeke bû egera hatina xelkekî mezin li ser cadeyan.
Ew pêşangeh heta sê rojan berdewam dike.