Li Dêrikê bo hezkirina kelepura Kurdî muzexan e

Armanca wî ewe ku, ew muzexane mezin bibe û bo serdana welatiya vekirî bimîne.

https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/d5498f1f-e1bc-4e3d-a85b-5fcd46c07234/Muzexane-Derik.ism/manifest

K24-Dêrik
Heskirina dîrok û kelepûra kurdî, bavê Şivan ber bi komkirina alav û şûnwarên kurdî yên kevnar ve bibe, bi derfet û karînên xwexweserî Bavê Şivan muzexaneyek taybet li bajarê Dêrikê çêkir, di muzexaneyê de, mirov dikare wêneyekî piçûk ji jiyaneke zengîn, dirêj û westiyayî têde dibîne.

Wekû hemû  projeyên xweser, bevê Şivan bi alavên dê û bavên xwe dest bi avakirina muzexaneya xwe kir, tevî kêmbûna alavan, lê bi wê welatparêziya xweya ku, pê hatî naskirin û pîrozî û giringiya muzexaneyê li bajarekî mêna Dêrika Hemko, bi dehan alav ji aliyê xelkên deverê jêre dihatin pêşkêşkirin.bi hêvîbû ku, kelepora her çar perçeyên Kurdistanê di mûzexaneyê de hebe.
Bi xewneke piçûk bavê Şivan dest bi cîbecîkirina hêviya xwe kir, roj bi roj hêviya wî ne tenê di dilê wî de mezinbû, lê cih ji mal û xaniyê wî jî girt, armanca wî ewe ku, ew muzexane mezin bibe û bo serdana welatiya vekirî bimîne.

Fly Erbil Advertisment