Amarên nû yên teqîna Amedê

Tê gotin di êrişê de 2 ton teqemenî hatiye bikaranîn.

K24-Navenda Nûçeyan

Li dijî fermandariya cendirmeyan ya navçeya Pîrana Amedê êrişek xwekûjî hat encamdayîn. Di encamê de leşkerek hat kuştin û 26 kes jî birîndar bûn.

şeva borî saet derdora 10.00an bi otomobîleke bombebarkirî li dijî fermandariya tabûra cendirmeyan êrişek pêkhat. Di êrişê de leşkerek hat kuştin û 26 kes jî birîndar bûn. Li aliyê din hêza ku ji navçeya Hênê ber bi cihê bûyerê ve diçû jî rastî êrişê hat û 3 hêzên ewlekariyê birîndar bûn.

Li gor çapemeniya Tirkiyê rewşa 3 birîndaran xirabe û birîndar ji bo nexweşxaneyên Diyarbekirê hatine veguhestin. Di nava birîndarên herdu êrişan de berpirsê polîsên navçeya Hênê û berpirsekî paye bilind yê leşkerî jî heye.

Tê gotin di êrişê de 2 ton teqemenî hatiye bikaranîn.

Fly Erbil Advertisment