Hewlên girtina bajarê Minbicê tên kirin
Beşek ji ciwanên bajarê Minbicê yên ku berî sê salan jê koçber bûne, ji nêzî 30 k.m dûrî bajarê Minbcê ve, liv û tevgera DAIŞê dişopînin û xwe li rojhilatê bajêr amade dikin ta ku nêzîk ve êrîşî pêgehên DAIŞê bikin.
K24 – Kobanê

Li gor Fermandariya Giştî ya Ceyş Swar Minbic, ew niha amadekariyên cidî ji bo rizgarkirina Minbicê birêve dibin, ji bo vê mebestê jî, wan di çend rojên borî de encûmeneke leşkerî û encûmeneke rêvebir ragihandiye.
Fermandarên Ceyş Swar Minbic tekez dikin, ku ewê hemû hêzên navxweyî û herêmî aramanc bikin, heger ew astengiyan li pêş rizgarkirina bajrê minbicê çê bikin.
Bajarê Minbicê devereke stratîcîk tê hijmartin, ji ber ku dikeve navbera bajarê Efrîn û Kobanê de. Ji ber vê yekê artêşa Tirkiyê hewldanên hin grûpên girêday Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) ji bo kontrolkirina bajarê Minbicê hêleke sor dibîne.