Li Amedê berî cejna dayikan Dayikên Şemiyê li hev kom bûn

Li gorî daneyên ne fermî, ji sala 1990ve nêzîkî 17 hezar kes, di encamê bûyerên fail nediyar de hatine windakirin.

https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/a41500d1-e890-4e18-aafc-c254928a1d89/Dayiken%20Shemiye.ism/manifest

K24-Amed

"Dayikîn Şemiyê" di roja beriya "Roja dayikan" de, kom bûn û doza dîtina xizm û zarokên xwe û çalakiya xwe ya dadê berdewam kirin. Dayîkan, li Meydana Galatasaray ya Stenbolê, bi armanca bilindkirina dengê xwe çalakiya rûniştinê dar xistin.

Malbatên ku, zarok û xizmên wan ji ber sedemên siyasî, di bin çavan de hatine windakirin û hatine kuştin lê kujerên wan diyar nebûne, beriya roja dayîkan ya cîhanê kom bûn.

Çalakvanên ku, navê Dayikên Şemiyê" li xwe kirine, di hefteya 580'emîn de careke din hatin ba hev û gera xwe ya dadê berdewam kirin.

Li gel xizmên windayan û çalakvanên mafên mirovan û Parlamenterê CHPê Sezgîn Tanrikulu jî beşdarî çalakiyê bû. Tanrîkulu balkişan ser helalîxwestina Serokwezîrê Tirkiyê û got:

"Desthilatên ku, helaliya xwe dixwazin bila ji dayîkan, bila ji vê meydanê helalî bixwazin. Heta ku, ev meydan wan helal neke barê wijdanê dê her li stoyê wan be."

Xizmên windayan, bo bihîstinê dengê xwe bilind kirin û bang li rayadaran kirin, li vê cîhanê û cîhana din dê hesabê xwe bipirsin.

Pervîn Buldan Parlamentera HDPê ku di heman demê de Hevjîna karsaz Savaş Buldan ku ji hêla fail nediyar ve hatibû windakirin got, ev 580 hefte ne li vê derê dadê digerin:

"Li gel hemû bêdadiyê em her hefte li vê derê civiyan û me doza zarok û hevjînên xwe domandin. Dayîk dilşikestî û çav bi rondik in û tu carê roja dayîkan pîroz nekirine."

Dayîkên Şemiyê ji 27ê Gulana 1995ê ve her roja şemiyê kom dibin. Di sala 1999ê polîsan êriş li komê kir û ji ber vê heta sala 2009'ê navber hat dayîn û piştî wê demê dîsa berdewam kir.

Ser navê çalakvanan, vê heftê xwişka rojnamevan Metîn Goktepeyê, Meryem Goktepe daxuyanî xwend. Meryemê got, roja dayîkê bo dayikên ku zarokên xwe winda kirine, roja kûrbûna azar û êşane.

Ji aliyê xwe ve Çalakvana Mafên Mirovan Meryem Goktepe wiha got:" Li welatêk ku zarok û dayîk tên qetilkirin, roja dayîkan pîroz nabe. Sibê emê dîsa hêvî bikin ku dilê dayîkek din nesoje. Her çiqas xwîna zarokên me tê xwestin, em ê banga aştiyê bilind bikin. Ji ber ku desthilat herî zede ji bêdengbûna çekan ditirsin."

Piştî daxuyaniya rojnamevanî, çalakiya rûniştînê ya dayikên şemiyê bi dawî hat.

Li gorî daneyên ne fermî, ji sala 1990ve nêzîkî 17 hezar kes, di encamê bûyerên fail nediyar de hatine windakirin. Lê qenaeta gel ev e ku, ev fail yan jî kiryar dewlet bixwe yan jî beşekê dewletê ye.