Selîm Cibûrî: Maf ê gel ê Kurd diparîzîn
Serok ê Civat a Nwêner ên Îraqê ragehand: nabe çi kes di perleman a Îraqê de bihê perêzkirin û piştguhkirin, maf ê gel ê Kurd jî dêparêzîn.
K24- Silêmanî
Serok ê Civat a Nwêner ên Îraqê ragehand: nabe çi kes di perleman a Îraqê de bihê perêzkirin û piştguhkirin, maf ê gel ê Kurd jî dêparêzîn.
Piştî ku şev a bûrî Selîm Cibûrî, serko ê Perleman a Îraqê, bi serdanekê gehişte Herêm a Kurdistanê, di kongireyek a rojnamvenî de (ku her yek ji Aram Şêx Mehemed, cêgir ê serok ê Perleman a Îraqê û Musenna Emîn, serok ê firkisyûn a Yekgirtû ya Îslamî, pişikdar bûn) Ragehand: Nabe, kes di perleman a Îraqê de bihê perawêzkirin û piştguhkirin û maf ê gel ê Kurd jî dê parêzîn.
Di pişkek a dî ya kongire ya rojnamevanî de, Cibûrî, li ser arîşe yên Îraqê, got: Pêdivîye em bigehin çareseryek a durist bo arîşe yên Îraqê, hêvdarim firakisyûn ên Kurdî rolê bigêrrin di çareserkirin a arîşeyan de.
Bo danûstandinan li gel ê Kurd li ser arîşe yên Îraqê û karavebûn a perleman a Îraqê, şev a bûrî Selîm Cibûrî, serok ê Perleman a Îraqê bi rê ya firokexane ya Silêmanîyê geihişte Herêm a Kurdistanê. Biryare jî li gel serokê Herêm a Kurdistanê, Mesûd Barzanî û firkisyûn Kurdî li Bexdayê pirs a vegeryan a perlemantar ên Kurd û paraztin a maf ên Kurd li Bexdayê, gêngeşe bike.