Geştyar bo kirrîn a kitikan diçin Wanê

Gelek ji geştayar ên sedan a Turkîya û bakûr a Kurdistanê dikin û şarezane li bi xwedankirin a kitikan (pişîkan) hez dikin seredan a bajar ê Wanê bikin daku kitik ên Wanê bikirrin.

K24- Hewlêr

Gelek  ji geştayar ên sedan a Turkîya û bakûr a Kurdistanê dikin û şarezane li bi xwedankirin a kitikan (pişîkan) hez dikin seredan a bajar ê Wanê bikin daku kitik ên Wanê bikirrin.

Haya dihê bazar ê kitik ên Wanê qelebalixtir dibe, piranîya ew xelkê ji dûr ve hatîne bo kirrîn a kitik ên taybet î yên Wanê dihên. Ew geştayar ên seredan a Wanê dikin, di destpêkê de diçin nav kitikan û hinek xwarnê didin wan û dixin hembêz a xwe û hinek yarî (henekan) li gel wan dikin  heya diltenh bin li çawanî ya bi xwedankirin a wan û dûv re biryarê li ser kirrîn a wan didin.

Hinek geştyar ji cih ên dûr û taybet bo kirrîn  a kitikan dihên Wanê, daku kitikek ê Wanê bikirrn û li gek xwe vegerrînin.

Pirofîsor Ebdulla Qaye, serperştyar ê Mal  a  Kitik ên Wanê, li ser taybetmendî yên wan kitikan û pirose ya firoştin a wan dibêje: Me gişt ajel li ba xwe tomarkirîne, helbet bi zanyarî yên xwe ve jî û ev bo jimêryar jî başe, dizane me çi heye?  Ev sal me yekem beçk (çêçik- têşik) kitik firot û ji evro ve me firotin a beçkeyan dest pêkirîne. Helebt me bo firotinê jî merc hene. Divê kirryar bikare kawdan ên û pergal ên gunacayî bo kitikê dabîn bike, nabe bikrre û piştî çennd rojan berela bike. Em bi vê yekê tûrre ( hêrsgirtî) dibîn, Em hez dikîn biçin di nav malbetekê de ku bi berdewamî di evînê de bijîn.

Nirx a kitik ên Wanê bi hevber kirin ji cihekê bo cijhek a din cûdaye û nirx a her kitikekê di navber a 300-600 lîre yên Turkîyayî ye. Kitik ên wanê salane di 5 dem ên cûda de zaûzê dikin,  giringtirîn taybetmendî yên ewan kitikan, reng ê Sipî û çav ên dûrengî yên wan in ku yek Zere û ya din jî keske yan Şîne.

https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/cef725ea-ce8c-4d9b-a904-d6fd913a9064/Pshiley%20Wan%20Defrosre.ism/manifest