“Rêxistinên tenduristiyê alîkariya penaberan nakin”

Gelek caran penaberên Rojavayê Kurdistanê yên li nav kampan dimînin rastî nexweşiyên curbicur tên û taybet bi nêzkbûna werzê Havînê re. Penaber dibêjn, rêxistinên tenduristî alîkariya wan nakin.

https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/e736ba1b-f785-4a76-82c5-9b0a5d282fa3/pirsgireka%20tendursta%20penaberan.ism/manifest

K24 – Hewlêr

Gelek caran penaberên Rojavayê Kurdistanê yên li nav kampan dimînin rastî nexweşiyên curbicur tên û taybet bi nêzkbûna werzê Havînê re. Penaber dibêjn, rêxistinên tenduristî alîkariya wan nakin.

Li nav kampên penaberên Rojavayê Kurdistanê ji bilî nebûna xizmetguzarî, nebûna pêdiviyên tenduristî jî derkikevin hole.

Nêrgiz  dayika sê zarokan e, li gor ew dibêje, ji destpêka ku ew penaber in û tevî ku nexweşiya dûrûdirêj bi zarokekî wê re heye, wê gelek caran daxwza alîkariyê  ji rêxistinên tenduristî kirîye, lê heya  niha ti  alîkarî, yan care, ya jî bersiveke rast ji wan rêxistinên tenduristî nediye û bi dehan nexweşên curbicur li nav vê kampê bi êşê û azarên zehmet jiyana xwe diqedînin.

Pizîşkê hinav û dil Dr. Bêkes Derwîş ku bi xwe xelkê Rojavayê Kurdistanê ye, ev bihtir ji 29 salan li welatê Nemsayê yê Ewropayê dijî, dibêje ku qeyrana ku niha Herêma Kurdistanê tê re derbas dibe û serkeftiyên hêzên pêşmerge yên li hemberî terorê, wî karîbû ji dost û rêxistinên xêrxweziyê dora 100 k.g dermanên curbicur yên pêwîst ji bo nexweşên penaberan re dabîn bike.

Rêveberê Bingeha tenduristî yê kempa Kewrgoskê Yasîn Caf, di wê baweriyê de ye, ku çi rêxistinên alîkariyê yan tenduristî yên alîkariya penaberan dikin, bila cudahiyê nexin di navbera penaberên Rojavayê Kurdistanê û yên ji ji navçeyên îraqê. Li gor gotina wî ew rêxistin bi xemsarî alîkariya penaberên Rojavayê Kurdistanê dikin.

Kampa Kewrgoskê yê ser bi parêzgeha Hewlêrê va ye û bihtir ji 2 hezar û 400 malbatên penaber yên Rojavayê Kurdistanê  lê xwe digire,  penaberên dibêjin çare li her tiştekî dibe, lê li nexweşiyê re nabe û pêwîst e dezgeh û saziyên bi navê wan xebatê dikin, bila rasterast bi erkê xwe rabin.

 

 

Fly Erbil Advertisment