Girê Spî: Otombêla YPGê de teqiya 2 şervan şehîd bûn

Li Griê Spî bombeyeke bi otombêleke Yekîneyên Parastina Gel (YPG) teqiya, di encamê de 2 şervanên YPGê canên xwe jidest dan û 2 şervanên din jî birîndar bûn.

K24 – Girê Spî

LI Girê Spî yê Rojavayê Kurdistanê, bombeyeke bi otombêleke Yekîneyên Parastina Gel (YPG) teqiya, di encamê de 2 şervanên YPGê canên xwe jidest dan û 2 şervanên din jî birîndar bûn.

Peyamnêrê K24ê li Girê Spî ragihand, ku li taxa Îskan li pişt nexweşxaneya Niştimanî bombeyeke çandî bi otombêleke YPGê de teqiya, di encamê de 2 şervanên YPGê canên xwe jidest dan û çendek din jî birîndar bûn.

Li peyamnêrê K24ê, ku ew otombêl têk çûbû, gava ajokarê wê cûbû alîkariyê bo kişandina wê otomêlê bîne, bombeyek di otombêlê de hatibû çandin, di dema kişandina wê otombêlê de, bome teqiya.