li Elihê li ser sed saliya Sykes-Picot konferans
Ev payman ji bo Kurdan tê çi wateyê? Ji ber wan şer û pevçûnên ku, îro Rojhilata Navîn pêk tên wate û giringiya vê peymanê çiqas maye?

K24-Elih
Peymana Sykes-Picotê ya ku rê li ber parçebûna Kurdistanê vekiriye îsal kete sedsala xwe de. Ev payman ji bo Kurdan tê çi wateyê? Ji ber wan şer û pevçûnên ku, îro Rojhilata Navîn pêk tên wate û giringiya vê peymanê çiqas maye? Ev mijar li seranserê Kurdistanê ji aliyê rewşenbîr û partiyên siyasî yên Kurdan ve tê nîqaşkirin.
Di sedsala xwe de li Elihê konferansa Sykes-Picot: Pirsgreka Kurd û Kurdistan ji aliyê serokatiya Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK)ya Elihê li navenda çandê ya berê bi beşdariya nûnerên partiyên siyasî,saziyên civakî û welatiyan ve hate lidarxistin.
Akademîsyen û Dr. Elî Teter wiha ji K24ê re got: "Çi bi serê Kurdan hatiye, çi bi serê Tirkan hatiyê, çi bi serê Ereban hatiyê, di encamê vê siyaseta emperyalist ya Îngilistan, Fransa û Rûsyayê hatiye. Beyî îrade, beyî liberçav girtina îradeya wan gelan ev her sê welat hatin û Rojhilata Navîn parçe parçe kirin.Sînorên vê erdnîgariyê yên sirûştî têk dan, ji bo berjewendî yên xwe hatin ev dever perçekirin."
Di çarçoveya peymana Sykes-Pîcotê de, bi taybetî erdnîgeriya Rojhilata Navîn li sersînoran tê parçe kirin û bi wan sînoran Kurdistan jî dibe çar parçe. Herwiha erdnîgeriya Rojhilata Navîn jî di navbera wan hêzên nav dewletî de tê parve kirin.
Ji aliyê xwe ve jî Akademîsyen û Dr. Ekrem Onen wiha axifî:"Eşkereye ku di peymana Sykes-Picotê de hezên Antant ku, ji wan re dibêjin wek Rûsya,Îngilîstan û Fransa ku bi dizî peymanek çekiribûn ku Împaratoriya Osmanî parçe bikin û li hev par bikin.Di wir de Ûrdun û Filistîn dabûn Îngilîstanê,Iraqa îro,Surî û Lûbnan dabûn Fransa û ji bo Rûsya jî wek qismekî Bakurê Kurdistanê û tengavaStenbolê hiştibûn.Di Şoreşa Kewçerê de di sala 1916ande piştî ku Bolşevîk hate ser hikûm ev tifaka ku bi dizî hatibû çekirin eşkere bû."
Serokê PAKê yê bajarê Êlihê jî amaje bi we yekê dike ku, dîroka Kurdan her gav bi destê welatên biyanî hatiye nivîsandin û rastiyên Kurdan têde nehatine gotûbêjkirin. Daxwaza wan ew e ku Kurd dîroka xwe binasin.
Serokê PAKê yê bajar Azîz Ozdemîr wiha got:"Ev konferans karêsateke ku ev sedsalî Kurdistan û Rojhilata Navîn bi wê eşê, bi wê nexweşiyê tarumar bûye. Me wekPAK xwest ku bi vê konferansê dîroka xwe,bi xwe û gelê xwe û partiyiyên xwe bidin naskirin."
Herwiha bi dawî bûna peymana Sykes-Picotê û ev kirinên vê peymanê bi awayekî fiîlî betal bûn û di vê prosesa ku, dê nexşê ji nû ve bên danîn de, pirsên wek paşaroja erdnîgeriya Kurdistanê dê çawa bibe û ev proses wê ber bi Kurdistaneke xweser ve biçe an na?derdikevin pêş.