Sykis-Pîko li Amedê jî hat şermezar kirin

Rêkeftina Sykes-Picot di 16ê Gulana 1916an de, di navbera Fransa û Brîtanyayê de hate imze kirin, li gor wê rêkeftinê gelek welatên Rojhelata Navîn di nav de jî Kurdistan hatin dabeş kirin.

K24-Amed

Bi armanca şermezar kirina rêkeftina Sykes-Pikot Partiya Sosyalîst a Kurdistanê li Amedê xwepêşandanek li darxist, tê de ew rêkeftin di beyanameyekê de şermezar kir.

Derbarî naveroka wê beyanameyê, Serkirdayetiye Partiya Sosyalîst a Kurdistanê li Amedê xwepêşandanek bi rêve birin, tê de nameyek hate xwendin di beyamaneya partiya navborî de rêkeftina Sykes-Pikot hate şermezar kirin.

Herwiha di beyanameyê de wiha jî hatibû gotin: "Ji bilî ku, Rêkeftinê gelek pirsgirên mezin peydakirin, ew rêkeftin bûye sedema nearamiya Rojhelata Navîn."

Rêkeftina Sykes-Picot di 16ê Gulana 1916an de, di navbera Fransa û Brîtanyayê de hate imze kirin, li gor wê rêkeftinê gelek welatên Rojhelata Navîn di nav de jî Kurdistan hatin dabeş kirin.

Fly Erbil Advertisment