CHP: Divê em Pêvajoya Aşitiyê bidein dest pê kirin
"Divê ew wekî partî ji bo çareserkirina pirsa kurdî rûpeleka berceste û nû vebikin."
K24-Navenda Nûçeyan
Serokê CHPê yê Şaxa Stenbolê Cemal Canpolat dibêje pêwîste partiya wan Pêvajoya Aşitiya Civakî û Demokrasiyê bide destpêkirin.
Partiya Gel Komarê CHP ev 2 roj in li bakurê Kurdistanê bajarê Wanê ligel serokên şaxan dicive. Di wê kombûnê de Serokê CHPyê yê şaxa Stenbolê diyar kir ku, divê ew wekî partî ji bo çareserkirina pirsa kurdî rûpeleka berceste û nû vebikin.
Li Tirkiyeyê welatiyên kurd di xaka xwe de wekî penaberan dijîn. Pêwîst e ev şerê qirêj û teror bidawî were. Divê welatiyên kurd navbera AK-Partî û PKKyê de asteng nebe. Ji bo çareserkirina vê pirsê CHP girîng e ji bajarê Wanê dest bi Pêvajoya Aşitiya Civakî û Demokrasiyê bike.