Di rizgarkirina Reqayê de nerîna aliyên siyasî
Pilana rêzgarkirna Reqayê di dest welatên hevpeymaniya Navdewletî de ne, lê heta niha nehatiye zanîn ku, piştî rizgarkirina wê kî wê li ser erdê wî bajarî birêve bibe.
K24-Hewlêr
Rêzgarkirna parêzgeha Reqayê bi hemehengiya hêza Sûriyê ya Demokratîk(HSD) û welatên Hevpeymaniya Navdewletî nêzk dibe
Aliyên Siyasî yên yên Rojavayê kurdistanê jî li ser rêzgarkirna bajarêReqayê û beşdarbûna Hêzên Kurdî helwestên cûda hene.
Endamê Nûnertiya Encûmena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê(ENKS)Newaf Reşîd wiha ji K24ê re got:Yekîneyên Parastina Gel(YPG) beşekî serekeye ji HSD ye, Em beşdarbûna wê di şerê rizgarkirina Reqayê de şaş dibînin, pêwiste hêzên kurdî ji derveyî sînorên xwe şer nekin, paqişkirna Reqayê ji şervanên Ereb tê xwestin.
Ji aliyê xwe ve Nûnerê partiya yekîtiya Demokrat a Kurd li Sûriyê Mehmod Mehemed nerîna xwe tine ziman û wiha dibêje: "Tevlîbûna şervanên Kurd di rizgarkirina Reqayê di berjewendiya Kurdan de ye."
Pilana rêzgarkirna Reqayê di dest welatên hevpeymaniya Navdewletî de ne, lê heta niha nehatiye zanîn ku, kî wê li ser erdê wî bajarî birêve bibe.