Yûnan kemp a Îdomînî a koçberan val dike

Dezgeh a hevahengîyê li ser tengije ya koçberan li Yûnanê, evro Sêşembîyê ragehand, pirose ya valakirin a kemp a Îdomînî ji koçber û penaberan li ser sinûr ê wan li gel Mekadonîya bi hêwirî û aramî bi rêve diçe.

K24- Hewlêr

Gotebêj ê dezgeh a Yorgos Kîrîtsîs bi ajans a Firans Pirês ragehand:Pirose evro Sêşembîyê demjimêr 04:00 bi dem a Girînç destpêkirîye û bi hêwir û hêdî bi rêve diçe û çi pêdivî bi bikarhînan a hêz nakr.

Yorgos Kîrîtsîs, berê xweya kiribû, pirose ya valakirin a kempê ku 8400 kes têde hene, bi kêmî ve 10 raojan dê vekêşe.

Ev di demekê de heye, bi kêmî 700 polîs di piroseyê de pişkdarin wek çavk ên polîsî dibêjin.