Mislim: Bo rizgarkirina Reqa pêwendî ligel eşîreyên wê heye
Hevserokê Partiya Yekîtiya Demqratîk (PYD) dibêje, bi hevahengî ligel eşîreyên Ereb yên Reqayê amadekirina proseya rizgarkirina wî bajarî tê kirin.

K24 – Navenda Nûçeyan
Hevserokê Partiya Yekîtiya Demqratîk (PYD) dibêje, bi hevahengî ligel eşîreyên Ereb yên Reqayê amadekirina proseya rizgarkirina wî bajarî tê kirin.
Hevserokê PYDê Salih Mislim K24 re, derbarê giringya rizgarkirina bajarê Reqayê de ragihand, ku DAIŞ her tim ji ewlehiya gelê Kurd re gef e, ku hemû otombêlên bpmbebarkirî li Reqayê dihatin amadekirin û li bajarên Rojava dihatin teqandin. lewre amadehiya proseya rizgarkirina Reqeyê bi hevahengî ligel eşîreyên Ereb yên Reqayê re tê kirin.
Serkirdeyeka bilind di HSDê de Rojda Felat îro ragehand, ku wan bi beşdarîya Lîwaya Azadkirina Reqayê û bi piştevanîya firokeyên Hevpeymanîya Navdewletî dest bi oporasyona bakurê Reqayê kirine.
Herwiha Mislim diyar kir jî, piştî rizgarkirina Reqayê dê hêzên çekdar tê de nemînin û dê destên sivîl bêne avakirin û wek awayê rêveberiya Kobanê û Girê Spî were birêvebirin.