Jiyana zarokên sûriyê li dibistanên Tirkiyê

Ew dibistana ku 450 xwendekarên Sûriyeyî lê têne perwerde kirin, 15 mamosteyên Sûriyî 2 jî yênTirkiyê bi tevahî jî 17 mamoste lê hatine bicih kirin.

https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/0ed66a67-310b-4279-87b2-444220b91bb4/JiyanaZarokenPenaberYaDibstane.ism/manifest

K24-Navenda Nûçeyan

Zarokên malbatên Sûrî, yên ku, ji ber şerê navxweyî yê Sûriyê neçarmane hatine bajarên Bakurê Kurdistanê bicih bûne livir perwerdehiya xwe ya ku nîv cohiştibûn berdewam dikin.

Li bajarok a Girê sora li ser bajarê Rihayê ji bo perwerdehiya zarokên Sûriyeyî li taxa Halîliyeyê dibistanek hatiye çêkirin û divê dibistanê de zarokên Sûriyeyî perwerdê dibin.Ev dibistana ku, hatiye vekirin,danê sibehê zarokên şêniyên taxê diçinê, danê nîvro jî zarokên malbatên Sûriyeyî li vê dibistanê têne perwerde kirin.

Zarokên Sûrî her çiqas di nava zarokên taxê de perwerdehiyê nebînin û biwan re nelîzinjî, kêfxweşin ku, bimamosteyên xwe re carek din dest bixwandina xwe kirine.

Ola Loz Xwendekara Sûriyeyî wiha dibêje:"Wekî xwendekarên Tirkiyê em jî livir perwerdehiyê dibînin. Gelê Girê sor alikariya me dike û gelek mêvanperwerin. Mamosteyên me jî bi me re ne."

Sevîn Romok Xwendekareke din a Sûriyeyî ye

"Dibistana me hemû amûrên me yên dibistanê pêşvazî dike. Lênûsk, pênûs û çanteyê me dikire."

Divê dibistanê de li gorî mûfredata Sûriyê digel waneyên matematîk, erebî, mûzîk û wêne xêzê zimanêTirkî û İngilizî jî tên hînkirin.Mamosteyên ku, li vê dibistanê perwerdê didin jî amaje bi wê yekê dikin ku, tu ferq û cudahiya dibistanênTirkiyê û Sûriyê nîne.

Derbarê vê mijarê Mamosteyê xweandekarên Sûriyeyî HalîdHûseyîn wiha axifî:"Rayedarên perwerdehiyê û midûrê dibistanê tim û tim tên dipirsin gelo ka pirsgirêkên me henê an na û hemû pêdiviyên me bicihtînin. Nihalivêderê tu zarokên me li derve nemane. Li vê derê wekî mamosteyênTirk bi me re eleqedar dibin."

Ew dibistana ku 450 xwendekarên Sûriyeyî lê têne perwerde kirin, 15 mamosteyên Sûriyî 2 jî yênTirkiyê bi tevahî jî 17 mamoste lê hatine bicih kirin. Herwiha malbatên wan zarokan jî kêfxweşin ku zarokên wan xwandina xwe berdewam dikin.