Di rizgarkirina Bakurê Reqayê de 31 hêz beşdar in

Di heyama du rojan de Hêzên Sûriyeya Demukratîk (HSD) bi piştevaniya Hevpeymaniya Vavdewletî karîn serkeftinên baş bidest bixin. û nêzîkî 7 K.M bi aliyê Reqayê ve pêşve biçin.

https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/d68a3bc9-08e6-491e-bb7d-b12f674e0d75/pekhaten.ism/manifest

K24 – Navenda Nûçeyan

Di heyama du rojan de Hêzên Sûriyeya Demukratîk (HSD) bi piştevaniya Hevpeymaniya Vavdewletî karîn serkeftinên baş bidest bixin. û nêzîkî 7 K.M bi aliyê Reqayê ve pêşve biçin.

tevî 4 zeviyan karîn çend gundan li başûrê Eyn Îsa li bakurê Reqayê kontrol bikin û hejmarek ji çek û rext bidest bixin û dest bi paqijkirina wan gundan  ji mînan kirine.

şer hîn berdewam e, ta niha tenê şehîdbûna yek kesî ji aliyê HSDê ve hatiye raghandin. Li gor hin jêderan jî bi dehên çekdrên DAIŞê hatine kuştin û bi awayekî diyar çekdarên DAIŞê otombêlên bobmekirî bi kar tînin.

Divê operasyonê de 31 pêkhatên leşkerî dibin siya HSD beşdar in.

hêzên beşdar di operasiyonê de :

YPG, YPJ, Lîwaya Şoreşgerên Reqayê, Senadîd, Encûmena Leşkeriya Siryanî, Cebhet el-Ekrad, Artêşa Sûriya Azad, Lîwaya Selacîqe, Ketîbeya Şems Şemal, Ehrar el-Tebeqe û çend pêkhateyên din yê deverê ku ji Kurd, Ereb, Siryan û Tirkimanan pêktê.

Beriya niha HSDê bi piştevaniya firokeyên hevpeymanan  karîn devera Hol, Şedadê li parêzgeha Hesekê, herweha bajarê Girê Sipî li bakurê Reqayê kontrol bikin.