Rewşa şerê li Bakurê Reqayê ji aliyê Holê ve
Di çarçoveya oprasiyona rizgarkirina bakurê Reqayê de, Hêzên Sûrya Demokrat (HSD) karîn 14 gundan kontrol bikin, ev oprasiyon ji sê aliyan ve dest pê kir, mihwerê gundê Nemrûdiyê û gundê fatsa, herwiha başûrî bajarê Eyn Îsayê.
K24 – Bakurê Reqayê
Li bakurê bajarê Reqayê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) hejmarek ji gundan kontrol kirin herwiha firokeyên Hevpeymaniya Navdewletî bargehên DAIŞê topbaran dikin, ji aliyekî din ve, şervanên Amerîkî di vê oprasiyonê de beşdar in û hevrêziyê ligel firokeyan dikin.