Zaxarova: Divê sînor di navbera Tirkiye û Sûriyê de bê girtin

Wezareta Derve ya Rûsyayê radigihîne, pêwîst e dergeha sînorî di navbera Tirkiye û Sûriyê de were girtin, ji bo rawestandina derbaskirina kesên çekdar bo rêxistinên teroristî.

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezareta Derve ya Rûsyayê radigihîne, pêwîst e dergeha sînorî di navbera Tirkiye û Sûriyê de were girtin, ji bo rawestandina derbaskirina kesên çekdar bo rêxistinên teroristî.

Berdevka Wezareta Derve ya Rûsyayê Mariya Zaxarova di konfiranseke rojnamegerî de derbarê dosya Sûriyê de daxuyankirin, heya ku pêşketin di krîza Sûriyê de çê bibe, pêwîst e grûpên terrorist û yên liberal ji hev bêne cudakirin.

Herwiha Zaxarova ragihand jî, bo rawestandina hatina çekdarn bo rêxistinên terrorist divê hemû dergehên sînorî di navbera Tirkiye û Sûriyê de bêne girtin.

Ev daxuyaniyên Zaxarova di demekê de tên, ku çapemeniya Tirkiyê û jin jêderên din yên bi ser opozîsyona Sûriyê ve, Rûsyayê bi armanckirina sivîlan li Sûriyê tuhmetbar dikin.