Di şerê li nava Helebê 32 kes tên kuştin

Heleb tevî ku bûya parçe parçe, şerê di navbera aliyên şerker de, her diçe tundtir dibe. Di şerê li nava Helebê di navbera opozîsyon û rêjîmê de 32 kes tên kuştin

https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/9b89bed3-2bf7-4a12-85c2-a91b0886e56c/Heleb.ism/manifest

K24 – Navenda Nûçeyan

Heleb tevî ku bûya parçe parçe, şerê di navbera aliyên şerker de, her diçe tundtir dibe. Di şerê li nava Helebê di navbera opozîsyon û rêjîmê de 32 kes tên kuştin.  

Navçeyên di destê opozîsyona Sûriyê de, rojane ji aliyê firokeyên hikûmeta Sûriyê û yên Rûsyê ve tên bombebaran kirin. Ku li gor Rawengeha Sûrî ya Mafên Mirovan nêzîkî 50 operasiyon di yek rojê de hatine encamdan.

Li gor rawengehê jî, taxa Qatircî ji navçeyên herî  zerer dîtine, ku di encama operesyonên rêjîmê  û Rûsya de bêtir ji 30 kesî  li wê taxê hatine  kuştin, herweha termê 18 kesan di bin avahiyan de hatin derxstin.

Li gor karmendên berevaniya sivîlan, rêjîma Sûriyê û Rûsya di oprasiyonê xwe de navçeyên sivîlan dikne armanc û ti bereyeke şer li wan deran tune ye.

ji aliyekî din ve, opozîsyona Sûriyê navçeyên di dest hikûmetê de li rojavayê helebê  topebaran kirin, ku li gor mediya rêjîmê bêtir ji 40 kesî di navbera du rojan de li navçeya Hemedaniye, Mîdan û taxên din yên di destê wê de hatine kuştin.  

Li bakurê Helebê jî oprasiyona Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û Civata Leşkerî ya Minbicê bi piştevaniya Amerîkayê bi rêve diçe. HSDê jî karî rêya di navbera Minbic û Cerabilusê de kontirol bike.