Hevşaredara Elkê ya Şirnexê hate girtin

Hevşaredara bajarokê Elkê ya Bakurê Kurdistanê bi tuhmeta ragihandina Xweseriyê û endametiya PKKê hate girtin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Hevşaredara bajarokê Elkê ya Bakurê Kurdistanê bi tuhmeta ragihandina Xweseriyê û endametiya PKKê hate girtin.

Hevşaredara bajarokê Elkê ya Şirnexê Seyran Argan bi tuhmeta ragihandina Rêveberiya Xweser û endametiya PKKê, duh hate binçavkirin û bo serdozgeriya komarî ya Şirnexê hate veguhastin. Herwiha îfade jî hate wergirtin.

Herwiha li Dadgeha Duyemîn ya Cezayên Giran ya Şirnexê, îro Argan ji ber wan tuhmetan hate girtin.

Bi tuhmeta ragihandina projeya Xweseriyê, li hin deverên Bakurê Kurdistanê çendîn berpirsên HSDê ji şaredar û berpirsên siyasî, ji aliyê hêzên ewlekariyê û polîsan Tirkiyê ve têne girtin.

 

Fly Erbil Advertisment